Home - R - Rojda - Xerîba beyanî
Rojda - Xerîba beyanî Print
(0 votes, average 0 out of 5)
Sunday, 09 May 2010 09:58 Bemal
  
Xerîb gotegot e
Cotyar çûne cot e
Xerîbê kember difrote

Oy oy li min xerîbê.
Bê tal û nesîbê
xwedê neke kes xerîbê

Lê lê dayê rebenê, dayê rebenê min got
Min ji ciwanîya xwe xêr nedît
Dayê rebenê, dayê rebenê, dayê rebenê
Ew ê bibûna kul û sebeba ciwanîya min rebena xwedê
Ew ê xêr ji ciwanîya xwe nebînin
Dayê rebenê wêêêê hêêê wêêê hêêê

Xerîba beyanî
Agir girte xanî bi kes halê xerîbê nezanî

Xerîbê çû avê
Qeytan kete navê
Xwe heram kir nanê bavê

Xerîba xwedê yo
Ber bergê rojê yo
Hesreta dayik û bavê yo

Xerîba beyanî
agir girte xanî bi kes halê xerîbê nizanî