|
Mihemed Shexo -
Yar Gewrê |
|
434
(0 votes, average 0 out of 5)
|
|
Sunday, 09 May 2010 09:33
Bemal
|
|
|
|
Carekê min dit ji xwe re gewrek Çavê wi reş û belek Xwe berda nav dilê min Min jê hez kirî gelek Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Hat bîra min birh û çaw Lêv û diranê li hev Bejn û bala teyê zirav Porê tarî weke şev Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Ez û gewrê bûn dilek Bûne rihek bûn canek Tu car gewrê ji bîr nakim Ji niha û sed û salek Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Nesîbê me tev rabû Ne b’destê min û te bû Xêrnexwaza em dûr xistin Lê dilê min li cem te bu Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Binêr li min û vî halî Ji eşq û xema ez dihelim Wextê çawêmin li te ket Keser xwe ser da alî Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
|
|