|
Mihemed Shexo -
Rewşa civata |
|
429
(0 votes, average 0 out of 5)
|
|
Sunday, 09 May 2010 09:29
Bemal
|
|
|
|
Rewşa civat û cihêla Gerdena van bejin kêla Xudena sê pel û pêla Van sê pela civat kêla
Rûnişte xwar rûs û çîplaq Şîrê spiye gûzik û paq Ron û geşbûn dîwar û taq Fermiskê berfîne pê û loq
Rêk û pêk û mişt û tijî Berdan ava birc û bijî Xwe lê zivirand û girnijî Got ez im dîlbera mijî
Bibîne silava gulya Hawar bû req-reqa tilya Civat bi carkê hel hilya Kes nema go ne azerya
Çihêla destêt xwe hildan Kura li keça çav wer badan Bû seyran û çeple lêdan Hemî rexa bû maç lêdan
|
|