|
Mihemed Shexo -
Perwîn |
|
425
(0 votes, average 0 out of 5)
|
|
Sunday, 09 May 2010 09:27
Bemal
|
|
|
|
Perwîn keça nûgihiştî Ew delala xwedê hiştî Çaxa serê xwe li min hilda Cerg û dilê min biriştî
Çiqas bêjim pir şêrîn e Keça têra min nalîne Ji ber bext û peymanê xwe Du reşmara li min werîne
Du reşmar û herdu kezî Min go rabe wê go bixwazî Çaxa berê me ket welat Hêvî û gazî li pey me bezî
Welatê min sor û şîn e Tevde buhara rengîn e Hinga min dî av û kevî Nûka xweda min mizgîn e
Em vegeriyan ji welat e Me ne sebr û ne tebat e Mehra dila em hatin mal Qehra mezin ma welat e
|
|