|
Mihemed Shexo -
Keçka gundê me |
|
417
(0 votes, average 0 out of 5)
|
|
Sunday, 09 May 2010 09:23
Bemal
|
|
|
|
Ez keç im keça gundan im Kulîlka serê lawan im Rîhana rêz û çeman im Lawiko ez bêrîvan im
Delalê tu xwînşêrîn î Dil req î lêv hingivîn î Mij xorta gava min dibînî Bêriyê ez evîndar im
Lawiko evînî şerm e Geleka bi tirs û sehm e Evînî guneh e li dev me Lawiko ez bêrîvan im
Delalê bêjin rihanê Kulilka heyva gulanê Rêzana xweşiya jîyanê Delalê ez evîndar im
Lawiko were mala me Min bixwaze û sehke kilame Gustilkê bike tilîya min Lawiko ez bêrîvan im
Delalê bêje bavê xwe Min bide û dewlet serê xwe Qayil ke delalê dilê xwe Bêrîyê ez evîndar im
|
|