|
Mişkê kor mal xerabkir Teyşta nan ji hev belakir Di mal da xela rakir Welleh ez pê nikarim Nikarim ha nikarim Bi mişkê kor nikarim
Li rast min e, li çep min e, Li paş min e, li pêş min e, Bilind dike, xwe qil dike Xwe kil dike xwe çin dike Peee…... Ûûûû…. Xwe hildike davêje ser min Welleh ez pê nikarim Nikarim ha nikarim Bi mişkê kor nikarim
Min sivnik avêt pêşyê Mişkê kor banzda hewşe Bûye wekî hespê şê Welleh ez pê nikarim
Mişkê kor banzda ser tar Xwe qil kir avêt pişt bar Stêrên nivîna anî xwar Welleh ez pê nikarim
|