Home - A - Aydin - Çima nayê
Aydin - Çima nayê Print
(0 votes, average 0 out of 5)
Saturday, 26 December 2009 04:28 Bemal
  

Çima nayê çima nayê
Bûka delal çima nayê
Xwezgîniyê te siwar bûne
Tu xeyîdî ji malê dernayê
Bejna delal bihejîne
Xwe bixemlîne reş li te nayê

Ser bilindî bi Agirî û Xelat
Gulyên dirêj Dîcle û Ferat
Siwarên azadiyê qor bi qor
Çi xweş li gerdena te hat

Tu Zîn î Mem evîna te
Xwîna Şehîdan xemla te
Serfirazî tu yê biwelidînî
Azadî be wê humla te